Partiya Çepên Kesk bêusûliyên AKP’ê yên li Colemêrgê pûç kirin

Partiya Çepên Kesk, hemû bêusûliyên AKP’ê yên li Colemêrgê pûç kirin û bi dengên derveyî welêt re ji sedî 62,47 deng girtin û her sê parlamenteriyên bajêr jî kar kirin.

AKP’ê li Colemergê ji bo derxistina parlamenterekî/ê hemû derfetên xwe kirin seferber lê li gor encamên hilbijartinê yên nefermî, Partiya Çepên Kesk bi 95 hezar û 684 dengan ji sedî 62,47’ê, AKP, bi 31 hezar û 537 dengan ji sedî 20,59; CHP, bi 11 hezar û 86 dengan, ji sedî 7,24 girt. Bi vê encamê, Partiya Çepên Kesk her sê parlamenterên Colemêrgê jî girtin. AKP’yiyan, li ser hev îtîraz li encamên sindoqan kir. Lê hemû îtîrazên wê ji aliyê desteyên hilbijartinê yên bajêr û navçeyan ve hatin redkirin.

Di hilbijartinên Serokkomariyê de, namzedê Tifaqa Milletê Kemal Kiliçdaroglû bi 109 hezar 148 dengan ji sedî 72,32; namzedê Tifaqa Cûmhûrê Recep Tayyîp Erdogan bi 37 hezar û 188 dengan ji sedî 24,64; namzedê Tifaqa Atayê Sînan Ogan bi 4 hezar û 139 dengan ji sedî 2,74 girt.

DEDE: EM MINETDARÊN GELÊ XWE NE

Parlamenterê HDP’ê yê serdema çûyî Dr. Saît Dede, li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal serkeftina Partiya Çepên Kesk bi vê peyamê ragihand: “Gelê me yê hêja, hemû dengên li Colemêrgê hatine jimartin û bi tevlêkirina dengên derveyê welêt jî Partiya Çepên Kesk sê parlamenter jî kar kirin. Bila bi xêr be. Em minetdarên gelê xwe ne ku bi partiya xwe re bûn piştgir.”